Take a fresh look at your lifestyle.

Îran qatil dewleta

0 8

VengMa // 28 sal berê (12.07.1989) Îrana qatil dewleta rafizî li Viyana’yê bi qellaşî Dr. Qasimlo kuşt.

Dr. Qasimlo berî niha bi 28 sala li paytexta Nemsa (Austurîa) Wiyana, roja 13’ê Tîrmeha sala1989’an de dema hevdîtin bi nenûrên Komara İslamî ya Îranê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Rojhelatê Kurdistanê dikir, ji aliyê nûnerên devleta Îranê ve bi kiryarekî teroristî û bêbextî hate şehîdkirin. Di dîroka Kurdistanê de mixabin gelek car dijminên gelê Kurd dema hevdîtinên bi serok û rêberên Kurdan re pêkanîne, bi bêbextî serokê Kurdan şehîd kirine.

Dr. Qasimlo, rêber û serokekî gelek jîr û zana , mirovekî azadîxwaz, aştîxwaz, demokrat û welatperwerekî gelek mezin bû. Di dilê wî de Kurdistaneke mezin û serbixwe hebû. Ji ber kesayetiya wî ya aştîxwaz, demokrat û humanîst, dixwest pirsgirêka Kurd li gel Komara Îslamî ya Îranê bi rêyeke aştiyane çareser bibe.

Dr. Qasimlo, ne tenê serok û şehîdê PDK-Î û Rojhelatê Kurdistanê ye! Di dilê hemû gelê Kurd de şehîdekî nemire. Tekoşîn û xebata wî rêbazeke ji bo her Kurdekî nîştimanperwer û tu car nayê jibîrkirin. Bi vê minasebetê ez Dr. Qasimlo, Sadık Şerefkendî, Qadirî, hevalên wan û hemû şehîdên Kurdistanê bi minetdarî yad dikim û bibîrtînim.Gerek kurd vê jibîr nekin.
Em vê dewleta rafizî şermezar dikin.

BIJÎ KURD Û KURDISTAN

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

sixteen + fourteen =