Li ser rêya Rojhilat – 2

Ez siwarê balafira Tehranê bûm, lê hişê min her li Birokselê bû. Li rastî de metirsî û xeteriyên çûyîna Tehranê li bîra min çûbûn. Ji bilî alav û cîhazên pizîşkî ku bi min re bûn û piştî şoreşa gelên Îranê hatibûn qedexekirin, nameyên Perwîn, Kendal û dostên din ji Dr. Qasimlo re bû.

Bi vê piskolojiya xerab, bi vî hişê tevlihev dora demjimêr 10’ Şevê gihîştim balafirxaneya Tehranê. Li rastî de ne wekî balafirgehan bû, belkî wekî padiganek leşkirî bû ku pastar, polîs, leşkirên kincşexsî dagirtibûn. Rewşek tam ewlehî serdest bû, her kesê/a ku digihîşt wir, pastaran dewra wî digirtin, yan guman ji kesê bikirina, zû lêpirsîn jê dikirin. Yanî reftarek gumanbar û şaşîtiyek biçûk dibû sedem ku meriv bê girtin. Balafirên ku ji Ewropayê dihatin, wekî ji welatê kafiristanê hatibe, dihat lênihêrtin. Ji ber ku Xumênî, Amerîka bi şeytanê mezin û Ewropa jî bi hevalbendê şeytan bi nav dikir. Çavên wan de kerb û kîn, nefret û tolhildan dihat xwendin. Ji derfet û fersendekê digeriyan ku yekê bigrin û heyfa xwe jê bistînin. Yanî her kesê/a ku ji balafirê peya dibû, li bal wan wek dujmin û şeytan dihat dîtin.

Di dora min de jî kom bûn ku piraniya wan jî xort bûn, lê paşan kesên sivîl û pirofesiyonal jî hatin, wekî tu bêji her tiştî fam dikin û dizanin û li gorî edetê xwe pasaporta min standin û bi hûrî ji min û pasaporta min dimeyzandin, wekî kesên ku gelek ji xwe emîn bin. Bi farsî ji min pirsî ku tu tirk î lê çima ji Ewropa têy?

Min jî bi farsî bersiv da ku ez pizîşk im û hatime alîkariyê bidim, bêy ku bêjim alîkariya kê û kî. Beriya ku ew cantayê min vekin, min bi xwe ew kar kir û alavên pizîşkî nîşanî wan dan ku biselimînim ji bo nojdariyê hatime. Xuya bû ku kêfa wan xweş bûye û bêy ku pirsek din bipirsin, rêya derbasbûnê nîşanî min dan. Min jî bi farsî spasî wan kir, xatirê xwe xwast û cantayê xwe rakir û derbas bûm. Çend gavan çûm îca yekî din bi kincên şexsî hat û pêşiya min girt û pirs kir ‘’Tu xelkê Tirkiyê yî, Ji Ewropayê têy, lê farsî ji ku û çawa hîn bûyî’’?

Min bersiv da ku farsî zimanek kevnar e û ez hinekê li qutabxaneyê de hîn bûme û paşan jî têkelî wan Îraniyan dibim ku ji zulm û zordariya Şah ji bo Ewropa’yê rewiyane. Hevdem li gel bersivdayînê de, min mêzeyî rûyê wî yê hişk û girnijî dikir ku çawa zû bi zû tê guhertin. Xuya bû ku gotinên qutabxane û zilma şah gelek tesîr ji wî kiribûn, lê wekî berpirsekî ku hest bi berpirsatiya xwe bike, got: ‘’başe, bibore, riya we vekirî be!’’

Helbet tiştê ku min jêre gotin, tevde rast bûn. Min hinekê farsî dizanî û berî ku biçim Ewropayê, pîçekê hîm bibûm û li Ewropa jî gelek dostên min ên Îranî û Efxanî hebûn, nemaze yek sal bi efxanan re di mala xwendekaran de li yek odeyê de jiyam û zimanê farsî jî weke zimanê nizîkî kurdî bala min dikişand û hîn bûm.

Piştî ku ez ji wan veqetiyam û ji vê tevlihevî û tirsa balafirgehê û awahiya wê rizgar bûm, carekî din rastî Dr. Şerefkendî hatim. Ew hevalê ku çend sal me hevdu nedîtibû, carekî din li pêşiya min bû. Wekî her car rûken, kubar û jêhatî. Di vê atmosfera tirs û strêsê de, dîtina wî, derketina tîrojek rojê bû ji min re, stêrek geş bû di esmanê tarî û lêl ê min de. Bi rastî jî şabûna dîtina dr. Şerefkendî Kendal, Qezafî û hemû rêwiyên balafira kafiristanê ji bîr kirin. Du cantayên mezin ên min hebûn, dr yek ji wan li destê min stand û em bihevre ber bi otombîla wî ya sipî birê ketin ku li parkînga balafirgeha Tehranê de sekinandibû. Bi başî nahê bîra ku tirombîla wî çi bû, lê yekî biçûk û sade û ez bawerim ku ‘’Renault 11’’bû.

Di rê de bi zimanek şîrîn, sakin û nermîn eşkere kir ku li dema lêpirsîna min ji aliyê pastar û kincşexsiyên nav balafirgehê de, ew jî li wir bûye û ji dûr ve ez şopandime û bi xwe meslehet zaniye ku nêzîk nebe carê. Keremkir ku şoreşa îslamî eva ye bira, me digot bila şah here, nek rejîmek ji wî xerabtir were. Di wê gotinê de pozîsyon û helwesta wî li hember rejîma îslamî de bi başî û zelalî derdiket û heya ku em gihîûtin mala wî, berdewam li ser zulm û zordariya Xumênî û rejîma îslamî ji bo min axivî.

Em gihîûtin mala wî ku li taxek sakin a tehranê de bû û dûr bû ji qelebalixî û tevliheviyê. Bi qasê ku tê bîra min, awahiyek du sê qatî bû ku dr bi xwe li qata yekem de bû. Xanima wî derî ji me vekir, xanimkî gelek hêja ku zarokên wan hebûn. Sifreya xwarinê li ser erdî amade kiribû. Berî ku em dest bi xwarinê bikin, dr. Şerefkendî got: ‘’tu bixêr hatî bo mala xwe’’. Bi rastî semîmiyet, nizîkatî û kubartiya dr. Şrefkendî bêhempa û bêsînor bû û di here liv û hereket yan gotinek wî de vê nizîkatiyê xwe nîşan dida. Bi rastî jî ev alimekî mezin bû. Min qet bawer nedikir ku dê rojekê ew bi xwe jî li ser çiyayên Kurdistanê di nav pêşmergan de bijît û bibe rêberê wan, ji berku gelek nazik, medenî, kibar û ulumdar bû.

Roja dinê em zû şiyar bûn. Piştî wê ku me taşta xwe xwar, dr got em derkevin û xwast ku Tehranê nîşanî min bide. Qada ‘’Şoreşê’’ û hovêtiya pastaran û xelkê fenatîk nîûanî min dan û em ji ber balyozxaneya Amerîka re derbas kirin û hovêtiya pastaran û yên ku bi îslamê re har bibûn ji wir dixuya û em her du jî pê xembar bûn û li ser vê esasê ji min re got: xwe Tehran ne tenê hovêtiya wan fanatîkan (haran) e, li çanda wan de dijî. Me kurdî xeber dida û rehetiya xwe distand. Helbet me her duyan jî firansî dizanî û li cihê ke me nekarîba ji hev têbigihîjin, me firansî dida şuxulandin.

Em çûn ba birayê mezin ê wî ‘’Hejar’’ ku helbestvanekî nemir e. Bi dîtina mamosta Hejar, her tiştê xirab û hovêtiya rejîma îslamî ku li Tehranê hukum dikir, li bîra min çû û bi carekê bû buhar. Te digot kewî (Qeş)yên befrê heliyane û li şûna wê de kulîlk derketine. Li ba mamosta Hejar her tişt çand bû û ji me xwast ku em biçin sûkê û pirtûkên kewn bibînin. Em jî çûn û tewahiya rojê me li wê sûkê de derbas kir. Hema çiqas pirtûkên kevnar û qedîmî ên Îranî hebûn, wekî min fahm kir li wê sûkê de bûn. Îca her ji ya Umer Xeyam bigre heya pirtûkên ku bi dest hatibûn nivîsandin û gelek wêne û tabloyên destçêkirî (ornament)ên qedîm jî hebûn. Mamosta hejarê rehmetî got: ‘’Evder buheşta min e’’.

Ew dem demek gelek taybet bû û gelek kesên xwende, zana û dewlemend jî dixwastin ku terka Îranê bikin û pirtûkên xwe ku tu car diviya nehatiban firotin, difrotin ji min re xerîb û nedîtî bû. Li rastî de ew sûk ji mamosta Hejar re bibû buheşt, pirtûkên ku li mûzexane yan pirtûkxaneyên gelêrî de jî reng bû tunebana û bi nirxekî erzan dihatin herac kirin.

Mamosta Hejar hesreta xwe ya bi dehsalan li wir bidawî dikir û piraniya pirtûkfiroşan ew nas dikirin û em ji bo çayê vedixwandin û pirtûkên xwe nîşanî mamosta Hejar didan. Wî jî pirtûk ji destê wan distand û lê dimeyzand. Xuya bû ku hem kêfa wî dihat û hem jî dilê wî dişewitî ku çima ew pirtûk ketine sûkê û li pirtûkxaneyên gelêrî de nahên cihdayîn.

Şoreşa Îslamî her tişt tevlihev kiribû, çand, dîrok, senet û …hwd. Her tişt li sûkan de bû û buhaya xwe yê dîrokî wunda kiribûn û wekî Bacan û Pîwaz û … dihatin firotin. Dîtina wan gewheran hem şahî bû û hem jî xemgînî. Kê û çawa biryar girtin ku dewlemendiya gelên Îranê wusa bi destê rejîma îslamî wêran bibe?

Dr. Yekta UZUNOĞLU

Yekta Uzunoğlu Yazıları
Yekta Uzunoğlu, 1953 Silvan doğumlu, Charles University tıp eğitimi mezunu, Doktor, yazar Çevirmen, girişimci, on dil bilir, şu anda Prag`da Yaşar.

İlk yorumu siz yapın

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*


8 − 5 =