Vengma, hiç bir partinin borazanı değildir. Hiç bir partinin düşmanı da değidir. Kürt partilerinin doğru politikalarını destekler, yanlış politikalarını eleştirerek yol göstermeye çalışır.

Yar û Miradê 2

Veli Sebri / Xanima delal,li wî vegerand û got:

“Lo,mêrik!Ji boyê Xwedêku ka tu dawa çi dikî ûji min çi dixwazî.Ev çi yetu berê xwe didî min û ewqasî di ser min da tê.Ma tu nabînî,ez bibêjim nebêjim jî camêr her bi ya xwe ne.

Ew bi ya xwe û gotina min feqîrê jî pere nake. Qey tu dibêjî min negotiye. Min got, lê…

Belê, dizanimsar û serma ye û nabe ku mirov li serpiyan bimîne. Ax, de çi zanim…!”

Got, pêra jî herdu destên xwe da ser newqa xwe û li Silêman Beg mêzekir û bi wê mêzekirina xwe jî nema.

Got:

“Ax û ax, mêrik….!Qey îca tu bi xwe jî nabînîcamêr çawa bi înada xwe ne. Na,nizanim mêvanên meka ji kû tên û kî ne.Ez wê nizanim, lê tiştê kuez dizanim ne camêrguh didinmirovan û ne jî derbasî hundir dibin.Hema tenê bi ya xwe dikin û hew. Hêtu ji derî va xuya nekiribûyî minbi heterek ji wan ra got. Got, lê dema ku gotin jîpere nekiriye îca tu yê werî çi bikî. Na, tu yêwê qet serf nekî ya herî herî baştirîn e. Ka îca ez êbibêjîm çi û nebêjîm çi.Na, bavo! Qey bi pûkê va hundir dilewite ku naxwazin derbas bibin.

Ax, de ez çi zanim!Dêmeg, ew jî wer dizanin û wer dixwazin. Dixwazin,pel û potên xwe ji pûkê va daweşînin û wer derbasî jorî bibin. De tu jî bi hedûra xwe be. Parikî bi hedûr ûanûkaew ê bi xwe derbasbibin.…”

Gotinên xwe jiSilêman Beg ra kiribû û lipey vê axaftinê jî îca wê,berê xwe da mêvanan û ji wan ra got.

Got:

“Heyran! Eha, we her bi ya xwe kir û we guh neda min. We guh neda min, lê we pêsîra min da destên Apê xwe. De bi ewqasî daweşandin jî zêde û bes e, lo. Kerem bikin ûderbasê hundir bibin. Kalo, bi teqazeya xweû hûn jî hê bi înada xwe ne. De fermo…”

Ma îca wê yê çi bigota. Eha, wê jî wer got ûbi gotina wê jî herdu mêvan li hewşê zêde neman û derbasî hundir bûn. Ji riyek dûr hatibûn û di sar û sermayê da mabûn. Mêvanxane jî germ û bi ya dilê wan bû. Di hundir da li ber sobê xanimekrûniştibû.

Bi hatina mêvanan jî, ji cihê xwe rabû.

Rabû û got:

“Mêvanên ezîz!

Hûn bi xêr hatin e, ser seran û ser çavan ra. Derva sar û hûn jî ji derva tên. Fermo, kerem bikin û li ber sobê cîhê xwe bigrin.” Wê, silava xwe da û xêrhatin li mêvanên xwe kir.

Mêvan,bi serê xwederbasî jorî nebûbûn. Asya Xanimê dabû pêş û bi xwe ra anîbû mêvanxanê. Belê, wê hişmendê dabû pêş mêvanan û anibû.

Vegeriyawê dilberê û jê ra got:

“Besra, dayika min Besra…!

Hê ku xezûrê te berê xwe nedaye minhema destên xwe zû bigire û ji mêvananra doşek û balgiyan bîne. De min bi qurban,parikî bi lez…”Besra Xanim, ji mêvanxanê derket û xwe li aliyê malê va girt. Pirr derbas nebû îca bi qatên doşek û lihêfan va derket û hat. Bi alikariya xwesiya xwe wê doşek û lihêfên anibû, li ser kulavên Xoresanî danî, raxist û di pey ra jî derket û çû. Xwesiya Besrayê, ji jinan jineke xwezan, hişmend û bi ezmûnî bû.

Berdavam

Yorum Yazın

E-posta hesabınızı yayınlanmıyoruz

five × two =

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için çerezler kullanıyoruz. Sorun yok, rahat olun. Size özel herhangi bir bilgiyi yayınlamıyor ya da paylaşmıyoruz. Anladım, sorun yok Daha Fazla